Ehmed Tirk rakirin nexweşxaneyê


Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Tirk ku li girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin, ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Tirk ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin, di nav rojê de ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê. Tirk, piştî kontrola tenduristiyê dîsa anîn girtîgehê.

Hat gotin ku piştî kontrola tenduristiyê, wê heyeta desteya tenduristiyê ya nexweşxaneyê li hev bicive û têkîldarî rewşa Tirk de raporekê amade bike. Tê payin ku di rojên pêş de heyet vê raporê bigihîne meqamên têkîldar.