کد خبر :71949
Li Tebqayê şerên giran

Ji şevê din ve di nava bajarê Tebqayê de di navbera şervanên Xezeba Firatê û çetyên DAIŞʹê de şerên giran rû didin. Di encama şerê ku hîn jî didome herî kêm 20 çete hatine kuştin, şervanan bi qasî 500 metreyan di taxa Iskenderiyê de pêş ve çûn.

Şevê din li taxa Iskenderiyê ya rojhilatê bajarê Tebqayê û taxa Ayîd Sexîr a rojavayê bajar, her wiha li derdora Bendava Firatê di navbera şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞʹê de şer derket. Hat ragihandin ku di pevçûnên van deveran ku hîn jî didome herî kêm 20 çete hatin kuştin. Her wiha şervan di taxa Iskenderiyê de 500 metreyan pêş ve çûn.

 

Koda kurmanciyê: 70101