کد خبر :71954
Taxeke din a Mûsilê hat rizgarkirin

Hêzên Iraqê di çarçoveya operasyona kontrolkirina Mûsilê de li rojavayê wî bajarî taxeke din jî rizgar kirin.

Fermandarê Operasyona Em Hatin Neynewa Ebdulemîr Reşîd Yarallah bi daxuyaniyekê ragihand, Hêzên Dije-Terorê li rojavayê Mûsilê, taxa Sewreyê xistine bin kontrola xwe û ala Iraqê li wê taxê hatiye bilindkirin.

Ebdulemîr Reşîd Yarallah diyar kir, ku li taxa Sewreyê di encama şer û pevçûnan de zirareke mezin dane DAIŞê.

Ji qonaxa duyem a operasyona Mûsilê ku ji aliyê Serokwezîr û Serfermandarê Hêzên Çekdarî yê Iraqê Heyder Ebadî ve di 10 Sibatê de hatibû destpêkirin, heta niha ji sedî 60ê rojavayê Mûsilê hatiye rizgarkirin.

Rojhilatê Mûsilê bi operasyonên ku di 10ê Cotmeha 2016an de hatibû destpêkirin, piştî 3 mehan bi tevahî ji DAIŞê hatibû paqijkirin.

 

Koda kurmanciyê: 70101