Salih Mislim: Tirkiye xewnan dibîne

Hevserokê PYD`ê derbarê gotinên Tirkiyeyê yên "em ê êrîşî Minbicê bikin" de wiha got: "Xewnan dibîne. Eger êrîşî Minbicê bike, hêzên gelê Minbicê dê xwe biparêzin. Ne tenê Tirkiye, kî êrîşî Minbicê bike, gelê wê derê dê xwe biparêze."

Herwih derbarê bertekên Tirkiyeyê li dijî Amerîkayê ji ber ku çekan dide YPG`ê de jî, Muslim wiha axivî: "YPG li dijî DAIŞ`ê şer dike, loma Tirkiye naxwaze DYA çekan bide YPG`ê. Ji ber li ser erdê, hêza herî bibandor li dijî DAIŞ`ê şer dike, hêzên YPG`ê ne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. HSD derbeyên giran li DAIŞê dixe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gel hêzên hevpeymanê bi awayekî hevpar li dijî DAIŞê tevdigere. Tirkiye naxwaze hevpeyman têkiliyan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re deyne. Naxwaze, ew çekan bide wan."

کۆدی بابه‌ت: 67356  |  به‌روار: ۱۳۹۵/۱۰/۲۰  |  کاتژمێر: 20 : 1

FaceBook   Twitter   Delicious   Digg   Buzz   Google Bookmarks   ˜áæÈ  
ناردنی بۆچوون
ناو و شۆره‌ت:
ئیمه‌یل:
بۆچوون:
بۆچوونی نێردراو‬
ئیمکانات