Tirkiyeyê sererkarên giştî yê Îraqê vexwend Enqereyê

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik, ragihand ku wan Sererkanê Giştî yê Iraqê bo li ser hin mijarên siyasî û leşkerî biaxivin, vexwendiye Enqereyê.

Wezîr Işik derbarê Kampa Başîkayê de jî hin daxuyanî da. Işik di dema daxuyaniya xwe de amaje kir ku wê di hevdîtinê de li ser mijarên siyasî û leşkerî biaxivin lê dîrok hêj nediyar e.

Hêjayî gotinêye ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim roja şemiyê çû Bexdayê û hin hevdîtinên girîng pêk anî. Piştî hevdîtinan li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civîneke hevpar ya çapemeniyê li dar xist. Ebadî di daxuyaniyê de got:' Me û Tirkiye li ser vekişandina leşkerên tirk yên ji Başîkayê li hev kir. Tirkiye wê rêza xaka Iraqê bigre.'

کۆدی بابه‌ت: 67357  |  به‌روار: ۱۳۹۵/۱۰/۲۰  |  کاتژمێر: 20 : 2

FaceBook   Twitter   Delicious   Digg   Buzz   Google Bookmarks   ˜áæÈ  
ناردنی بۆچوون
ناو و شۆره‌ت:
ئیمه‌یل:
بۆچوون:
بۆچوونی نێردراو‬
ئیمکانات