Fîlan êrişî gund kir û 5 kes kuştin

Li welatê Miyanmarê, keriyeke fîl êrişî gundekî kirin û 5 kes kuştin.

Duh li bakûrê rojhilatê Miyanmarê, li eyaleta Şan keriyek fîl êrişî gundekî bi navê Sint Kin kirin.

Li gorî agahiyan, di wê bûyera sosret de 5 gundî hatin kuştin, gelek xanî û avahî jî wêran bûn.

Hikûmeta Miyanmarê daye zanîn ku fîlan ji birçîna êrişî gund kirine, ji ber ku him cihê wan teng bûye him jî xwarina wan kêm bûye.

Tê gotin ku fîlên Miyanmarê sal bi sal kêm dibin çimkî him daristanên wî welatî kêm dibin him jî xelk fîlan dikujin û diranên wan difroşin.

Li gorî amarên fermî, ji sala 2010 heta 2016, herî kêm 15 kes ji aliyê fîlan ve hatine kuştin.

Miyanmar ketiye başûrê rojhilatê Asyayê û di navbera Bengladiş, Çîn, Hindistan, Taylend û Laosê de ye. Nifûsa wî welatî derdora 50 milyon e.

کۆدی بابه‌ت: 67359  |  به‌روار: ۱۳۹۵/۱۰/۲۰  |  کاتژمێر: 20 : 5

FaceBook   Twitter   Delicious   Digg   Buzz   Google Bookmarks   ˜áæÈ  
ناردنی بۆچوون
ناو و شۆره‌ت:
ئیمه‌یل:
بۆچوون:
بۆچوونی نێردراو‬
ئیمکانات