‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy


کۆدی بابه‌ت: 71950  |  بڕوار: ۱۳۹۶/۱/۳۱  |  کاتژمێر: 17 : 24

Xezeba Firatê 3 gundên din jî kontrol kirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ku li dijî sê gundên Reqqyê opersyon dan destpêkirin gundên Kêbiş Şerqî û Royan rizgar kirin. Li herdu gundan şervanan dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Şevanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina gundên Mezrea Hikûmiye, Kebiş Şerqî û Royan dest bi opersyonê kirin û berê xwe dan hersê gundan. Li wan gundan şerên dijwar rû dan û hejmarek çete hatin kuştin. Opersyona Şervanan li gundê Mezrea Hikûmî hîn jî didome.

Di şerê li hersê gundan de hejmarek çete hatin kuştin.

 

Koda kurmanciyê: 70101

کۆتایی هه‌واڵ / ‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy

لینکی بابه‌ت: http://kurdpress.com/NSite/FullStory/?Id=71950