‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy


کۆدی بابه‌ت: 71953  |  بڕوار: ۱۳۹۶/۱/۳۱  |  کاتژمێر: 17 : 54

Îdam dîsan ket rojeva Tirkiyeyê

Piştî ku li Tirkiyê refarandum xilas bû, serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan careke din mijara îdamê aniye rojevê. Erdogan dibêje eger parlemento erka xwe bicih bike û îdam were pêşiya min ez dê pesend bikim. Lê hem aliyên peywendîdar hem jî hiquqnas dibêjin “ êdî Erdogan nikare li Tirkiye çi kesê îdam bike

Di proseya bangeşeya referandumê de nêzîkî du meha li vê meydanê peyamên gellek giring hatine dan.

Referandum derbas bû lê karevedanên van peyaman berdewm e. Yek ji mijarên ku di dema bangeşeyê de bûye rojev jî îdam bû. Heman mijar hê jî di rojevê de ye. HDP dibêje Erdogan weke gellek mijaran îdamê jî dike qurbanê siyaseta xwe.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçîer ji Rûdawê re wiha got: “Bi ditîna min kes li Tirkiyê îdamê naxwaze, ev gotine weke sîyaset tên kirin. Hem ji bo Ewropayê peyamê didin û dibêjin em dê xwe ji Ewropayê vekişin. Hem jî ji bo nijadperestên navxwe peyamekê didin. Dixwaze rojevê biguhere.”

Hiquqnas jî ku aliyekî giring yên mijarê ne dibêjin Erdogan êdî nikare kesê îdam bike lê dixwaze bi gotinên xwe peyamekê bide Yeketiya Ewropayê.

Serokê Komeleya Mazlumderê û hiquqnas Farûk Unsal jî got: “Bi taybetî piştî hewla darbeya 15ê Tîrmehê hem Serokomar Erdogan hem jî desthilata Tirkiyê meseleya îdamê anîne rojevê. Ji ber ku ew dibêjin 15ê Tîrmehê welatên ewropayî li pişt me ne sekinîn. Em êdî guhê xwe nadin Ewropayê. Lazim nake ku em gorî daxwaza wan bijîn.”

Piştî Erdogan û AK Partiyê aliyê ku herî zêde behsa îdamê dike MHP ye lê MHP heman demê yek ji wan partiyane ku  îdam sala 2004ê bi destê wê li Tirkiyê hatiye rakirin.

 

Koda kurmanciyê: 70101

کۆتایی هه‌واڵ / ‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy

لینکی بابه‌ت: http://kurdpress.com/NSite/FullStory/?Id=71953